Ji Umêd Xoşnaw bo Seidî Pîre: Em ji bo xizmeta xelkê deyn dikin, hûn ji bo partiya xwe xelkê deyndar dikin
Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre dibêje, PDK li sînorê xwe pare bi deyn werdigre û projeyan pê çêdike. Parêzgarê Hewlêrê jî di bersivê de dibêje: ‘’Ji bo PDKê serbilindiye ji bo xelkê deyn bike, ne ku wekî we ji bo berîka partiya xwe xelkê deyndar bike.’’
Parêzgarê Hewlêrê û endamê Komîteya Navendî ya PDKê Umêd Xoşnaw di bersiva gotinên endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Belê li sînorê Hewlêr û Duhokê PDK ji bo proje û xizmeta xelkê bike pare deyn dike û wek kurdayetiyê jî nafroşe. Ji ber wî pareyê ku PDK deyn dike alîgirên YNK û partiyên din li sînorê Hewlêrê bi aramî dijîn û kes gefxwarina canê wan û jiyana wan li wan nake. Dibe wek sînorê din nebe, derveyî alîgirên xwe ti keseke din newêre nefese bide û bistîne, ez pir ecêb dimînim di asta bilind a YNKê de gilî li avadaniya Hewlêrê bê kirin û li gor wan wisa ye ku deynkirina ji bo avadaniya Hewlêrê şerm û eybe. Nexêr divê partiya Kak Seidî Pîre bixwe jî ji bo Hewlêrê deyn bikira, ne ku li vî bajarî binpêkirinên ewlehiyê kiriba, ku bahaneyên nearamiyê ji bo Hewlêrê çêbikin.’’
Herwaha got: ‘’Gelek hewl dane bi rêya xelkekî zêde yên ser bi xwe ve, bi awayekî aloziyên siyasî li Hewlêrê çêbikin, lê ew dikarin wan aloziyên navxweyî li cîheke din zelal bikin, ne ku li Hewlêrê. Hêvîdarim biraderên YNKê di asta jor de berpirs bin li hember wan daxuyaniyên zivir ku li hember asta pêşkeftina Hewlêrê ji aliyê hin ji rêveberan ve tên dayîn hişyar bin.’’
Xoşnaw got: ‘’Li sînorê Hewlêrê helmeta avadaniyê destpê kiriye, eger pare ji bo wê bê deyn kirin ti şerm têde tine, şerm û eyb ew e ku xelk deyndar bikî ji bo berîka partiya xwe û nikaribî xizmeta wan bikî. Hêvîdarim Kak Seidî Pîre û yên wekî wî li ser hesaba aramiya Hewlêrê hewla veguhestina pirsgirêkên navxwe bo Kurdistanê nedin.’’
Basnews
