• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel konsulusê nû yê Amerîkayê civiya

Gulan Media August 24, 2023 Nûçe
Serokê herêmê li gel konsulusê nû yê Amerîkayê civiya

Serokê herêmê tekez li ser bihêztir kirina têkiliyan li gel Amerîkayê dike.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Mark Straw kir.

Serokê herêma Kurdistanê rixmî pîrozbayî kirin li Mark Straw, tekez li ser hemû piştîvanî û piştgîriya xwe bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû yê Amerîkayê xwest.

Ji aliyê xwe ve Konslusê nû yê Amerîkayê Mark Straw jî kêfxweşiya xwe li hember destbikar bûna xwe li Kurdistanê diyar kir û tekez li ser pêbendiya Amerîkayê bo bihêztir kirina têkiliyan li gel Kurdistanê kir.

Rewşa deverê û çend babetên din mijarên vê civînê bûn.

Top