• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

Gulan Media August 24, 2023 Nûçe
Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma Zap-Avaşînê li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.

Di çalakiya gerîlayan de leşkerê wan ê bi navê Alî Demîr bi giranî birîndar bûye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê amajê pê kir ku hêzên wan Alî Demîr biriye nexweşxaneyê lê ew ji mirinê nefilitiye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê roja 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

“Operasyona Pence-Kilîdê” deverên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Ji wê demê ve, şerê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de li wan deveran didome.

 

Rudaw

Top