• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hakan Fîdan : Divê rê neyê dayîn ku PKK pêwendiyên me xira bike

Gulan Media August 23, 2023 Nûçe
Hakan Fîdan : Divê rê neyê dayîn ku PKK pêwendiyên me xira bike

Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Bexdayê got, “Pêwîste rê bi PKKyê neyê dayîn ku pêwendiyên Tirkiye û Îraqê xirap bike.”

Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Bexdayê li Wezareta Karên Derve ya Îraqê bi hevtayê xwe yê îraqê Fuad Husên ew hevdîtin kir û paşê di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.

Hakan Fîdan di civîna çapemeniyê ya hevpar de got:

“Me pirsgirêkên ku hene di asteke bilind de gotubêj kirin. Me behsa rûbirûbûna terorê kir. Li Îraqê dost û hevalên me yên gelekî baş hene. Em giringiyeke mezin didin Îraqê.”

“Bila Îraq bi awayê fermî PKKyê wekî rêxistina terorê nas bike”

Bi gotina Fîdan PKK ji desthilatdariya Îraqê re meydanê dixwîne û wî ji Îraqê xwest ku bi awayê fermî PKKyê wekî “rêxistina terorê” nas bike.

Fîdan diyar kirk u ew dê li hemberî gefên PKKyê bêdeng nemînin û got:

"Ji bo dostanî û biratiyê em li bendê ne ku (Îraq) bi awayê fermî PKKyê wekî rêxistina terorê nas bike. Divê em destûrê nedin ku têkiliyên me yên dualî jehrî bike"

“PKK gelek gund dagir kirine”

Fîdan îdia kir ku gerîlayên PKKyê li Şingal, Mexmûr, Qendîl û Silêmaniyê gelek gundên Başûrê Kurdistanê hene û wekî ku ew der "dagir kirine" pênase kir û got:

“Rêxistina terorê sînorên navbera Sûriye û Îraqê tune dihesibîne û korîdora terorê ava kiriye û bi vê korîdorê hewl dide ku her du herêman bike yek.

“Em amade ne bi Îraqê bixebitin”

Fîdan anî ziman ku armanca PKKyê têkdana aramiya Îraqê ye û Enqere amade ye ku di “têkoşîna li dijî terorê” de bi Bexdayê re bixebite û wiha pê de çû:

“Serweriya axa Îraqê ji bo me girîng e. Çi PKK çi DAIŞ, navê wê çi dibe bila bibe qesta kîjanê li ser yekparetiya axa Îraqê û yekîtiya wê ya siyasî hebe, em amade ne ku li dijî her cure rêxistinên terorê bi Îraqê re bixebitin."

 

Rudaw

Top