Serok Barzanî guhdariya pirsgirêkên xelkê dike
Serok Barzanî dê li parêzgeha Dihokê bi welatiyan re bicive.
Nûçegihanê Rûdawê ragihand, “Serok Barzanî dê 3 civînan bi pêkhateyên cuda yên xelkê herêmê re bike.”
Serok Mesûd Barzanî dê bi berpirsên îdarî, kadroyên PDKyê û welatiyan re bicive û rasterast guhdariya xelkê bike.
Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Nayîf Remezan ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê dê 3 civînan li Dihokê bike û got:
“Hevdîtina yekem dê bi xizmên şehîdan, Pêşmergeyên Dêrîn û kesên ku Madalyaya Barzanî wergirtine re be.
Civîna duyem dê bi rêxistinên pîşeyî û civakî yên navçeya Sêmêlê re û civîna sêyem jî dê bi beşên cuda yên xelkê Dihokê re be.”
Serok Mesûd Barzanî ji roja înê ve bi mebesta guhdariya pirsgirêkên xelkê li çend navçe û deverên Dihokê civînan dike.
Serok Barzanî roja înê çû Akrê û Berdereşê, roja şemiyê Amêdî û roja yekşemê jî li navçeya Zaxoyê bi welatî û berpirsên îdarî û partiyê re civiya.
Bi gotina berpirsên îdarî, di civînan de daxwazên xelkê hatin diyarkirin û ji aliyê Serok Barzanî û tîmeke wî ve dê bêne şopandin û çareserkirin.
Rudaw
