Li Amedê di xwarina aştiyê ya 2 malbatan de şer derket; Kesek mir, 23 kes birîndar bûn
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di xwarina li hevhatinê ya ku ji bo 2 malbatan hatibû birêxistin de şer derket.
Di şerê ku tê de çek hatin bikaranîn de, ciwanekî 18 salî canê xwe ji dest da, 23 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Malbatên Kale û Alkan yên ku beriya niha ji ber bûyereke revandina jinekî di navbera wan de neyarî çêbibû, ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî ve li taxa Tekelê di xwarina aştiyê de hatin cem hev.
Di dema xwarin warinê de, nîqaşa di navbera herdû aliyan vegeriya şerê çekdarî.
Bi destpê kirina pevçûn û şerê wan û bi berdana çekan re li cîhê bûyerê 23 kes di cihên xwe yên cuda cuda de birîndar bûn.
Hindek ji birîndaran ji bo nexwaşxaneya dewletî ya Bismilê hatin rakirin, hindek jî ji bo nexwaşxaneyên cuda yên Amedê hatin veguhestin.
Herwiha hat ragehandin ji birîndaran yek kesî canê xwe ji dest da, rewşa 3ê kesên din ji birîndaran jî girane.
Hewldanên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl dewam dikin ku pêşî li dijwarbûna şerê navbera her du malbatan bigirin.
Basnews
