Li Derbenda Ranye termê jinekî hate dîtin
Îro 21.08.2023yê ber bi sibehê ve termê jinekî li Derbenda ava Ranye ya îdareya Raperîn hate dîtin.
Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Raperînê Elî Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro ji aliyê tîmên melevan ên Berevaniya Şaristaniya Raperînê ve termê jinekî di ava Derbenda Ranye de hate dîtin.’’
Herwaha got: ‘’Ji ber bûyer nû ye, nasnameya wê jinê diyar nîne û xuya dike ku ev sê roj hebe xeniqî be.’’
Elî Qadir got: ‘’Naha termê wê jinê ji bijîşkê dadî yê Ranye re hatiye şandin û ji aliyê polîs ve jî lêkolîn destpê kiriye.’’
Basnews
