• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Maliyê di êrîşa terorî de 21 kes mirin

Gulan Media August 21, 2023 Nûçe
Li Maliyê di êrîşa terorî de 21 kes mirin

 Li naverasta welatê Maliyê êrişeke teroristî pêk hat, 21 kes mirin.

Li gor daxuyaniya çapemeniyê ya herêmî, hindek kesên nenas yên çekdar, êrîşî gundê Yarou yê li herêma Moptî kirin. Di êrîşê de 21 kesan canê xwe ji dest dan û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Bûrkîna Faso, Malî û Nîjer ku weke "sînorê 3 welatan" li herêma Sahelê tê naskirin, di salên dawî de rastî êrîşên komên ser bi rêxistinên terorê yên El Qaîde û DAIŞê tên.

Herwaha li Maliyê di sala 2013 heta niha rêxistinên terorê êrîşên xwe berdewam dikin.

 

Basnews

Top