• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî li Zaxoyê ye

Gulan Media August 20, 2023 Nûçe
Serok Barzanî li Zaxoyê ye

dema xwendinê kêmtir ji (105 peyv)
A 100% A
Li gel şêniyên vê bajarê dicive.

Di çarçoveya serdana xwe de ya bo bajarên Kurdistanê, îro Serok Barzanî çû Zaxo.

Biryare di çarçoveya vê serdana han de Serok Barzanî li gel rayedarên partiya demokrata Kurdistanê yên li Zaxo û derdorê û herwiha şêniyên Zaxoyê bicive.

Di civîn û hevdîtinan de vê Serok Barzanî gotarek derbarê rewşa heyî ya deverê û rewşa navxweyî ya Kurdistanê de pêşkêş bike û pişt re jî guhdariya gile, gazind û ramanên şêniyên deverê bike.

Weke tê zanîn ev çend roje Serok Barzanî dest bi serdanên xwe yên bo bajarên Kurdistanê kiriye û heta niha serdana Akrê, Berdereş û Amêdiyê kiriye.
 

Top