• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Kilîsê termê jineke 92 salî hat dîtin

Gulan Media August 20, 2023 Civakî
Li Kilîsê termê jineke 92 salî hat dîtin

Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê termê jineke 92 salî hat dîtin.

Doh li Taxa Oylumê ya Kilîsê termê jina 92 salî ya bi navê Hatîce Kiliçkesmez li kêleka taxê dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristê û polîsan şandin cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê jina 92 salî veguhestin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşca ya Kilîsê.

Li aliyê din polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da despêkirin.

Lê heta niha derbarê mirina Hatîce Kiliçkesmez de ti zanyarî nehatine belavkirin.

 

Rudaw

Top