Berpirsekî YNKê hate kuştin
Şeva borî 18.08.2023yê endamê Encûmena Navendî ya YNKê yê berê Niyaz Dergeleyî li Ranya hate kuştin.
Endamê Encûmena Navendî ya YNKê yê berê Niyaz Dergeleyî dema di nav baxê xwe yê li Ranyayê hate kuştin û termê wî ji bijîşkê dadî yê Ranya re hate veguhestin.
Guman tê kirin ku Niyaz Dergeleyî yek ji qurbaniyên terorên navxwe yên YNK ya Bafil Talebanî be, ku yek ji fermandarên nêzîk Lahur Cengî bû.
Li gor zanyariyên BasNewsê Niyaz Dergeleyî vê dawiyê tirsa wî ji wê yekê hebûye ku bibe armanc û vê derbarê de fermandarekî din ê nêzîk Lahur Cengî Salar Rewandizî piştî kuştina Niyaz Dergeleyî di nivîseke xwe de ragehand: ‘’Nûçeya mirina te ez gelek êşandim hevrêyê min. Tê bîra te herî dawiyê dema em li gel Emîd Rêkeft hatin te got, were em bo cara dawiyê wêneyekî bigrin? Ew destê reş kî bû ket nav xwîna te?’’Ev nivîs jî amajeyeke ku Niyaz Dergeleyî li jiyana xwe piştrast nebûye.
Herwaha vê derbarê de Saman Caf ku birayê Hawkar Caf ê efserê encûmena asayîşê û ji aliyê dijeterora YNKê ve hate kuştin jî di tora xwe ya civakî ya facebookê de belav kir, Niyaz Dergeleyî ‘’Qurbanê destê Bafil Talebanî û taxima wî ya terorîst e.’’
Herwaha ragehand: Du heftî berî naha Bafil Talebanî 20 xulek ango hûrdeman bi telefonê li gel Niyaz Dergeleyî axaftiye.,
Saman Caf dibêje: ‘’Piştî demekî kurt dê şelaq û mastavçî yên partiya me dê bên ser xet û ji bo veşartina vê terorî yan dê bibêjin pirsgirêkekî civakî bû, yan dê bibêjin xwe kuştiye û yan jî dê bixin stûyê PDKê de.’’
Dawiyê de jî dibêje: ‘’We rastî divê? Ew kesên ku Karwan Elî Şamar, Hawkar Caf û Murad Kanî Kurdeyî û Akam Omer teror kirin, her ew in, Niyaz Dergeleyî jî teror kirine. Bes senaryoya terora vê carê wek fîlmê Hindî otomobil têde nebû.’’
Li gor zanyariyên ku hene biryar ew bû Niyaz Dergeleyî ji bo helbijartinên dema pêş bibe berpirsê sînorê bazineya Soran a lîsteya Lahur Cengî
Basnews
