• Wednesday, 18 February 2026
logo

Siûdiye û Îranê têkiliyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media August 19, 2023 Nûçe
Siûdiye û Îranê têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokkomarê Îranê diçe Siûdiyeyê.

Duhê bişev wezîrê derve yê Îranê Emîr Ebdulahiyan ragihand ku, di dema serdana xwe ya bo Siûdiyeyê de, li gel şahê vê welatî civiyaye û di civînê de şahê Siûdiyeyê daxwaz kiriye Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Siûdiyeyê bike.

Emîr Ebdulahiyan diyar kiriye ku, Serokkomarê Îranê ev daxwaza han pejrandiye û di demeke nêz de vê serdana Siûdiyeyê bike.

Nav hatî eşkere kir ku, Îran jî bi heman awayî daxwaz ji Şahê Siûdiyeyê kiriye daku, serdana Tehranê bike û Şahê Siûdiyeyê jî ev daxwaz pejrandiye û di demeke goncaw de vê serdana Tehranê bike.

Top