• Wednesday, 18 February 2026
logo

Derbarê tendirustiya Serokê desteserkirî yê Nîjerê de zanyarî hatin eşkerekirin

Gulan Media August 19, 2023 Nûçe
Derbarê tendirustiya Serokê desteserkirî yê Nîjerê de zanyarî hatin eşkerekirin

Serokwezîrê nû yê Nîjerê, Derbarê tendirustiya Serokê desteserkirî yê Nîjerê de zanyarî da û dilniya kir ku ti ziyanek negihiştiye wî.

Serokwezîrê nû yê Nîjerê Elî Mihemed Zeyn ji rojnameya New York Times re ragihandiye: “Encûmena serbazî ya desthilatdar a nû ya Nîjerê ti ziyanek negihandiye Serokê desteserkirî yê Nîjerê Mihemez Bazûm û ew bi silamet e.”

Serokwezîrê nû yê Nîjerê tekezî li wê yekê jî kiriye ku ti xwestekeke wan ji bo hevahengiya ligel artêşa Rûsyayê û grûpa Wagnerê tune ye.

Ev di demekê de ye ku hefteya borî îdiaya wê yekê belav bûbû ku rewşa tendirustiya Serokê desteserkirî yê Nîjerê Mihemed Bazûm xirab e û desthilata nû ya welat dixwaze wî bikuje.

Roja 26ê Tîrmeha 2023an, derbeya leşkerî bi ser Serokê Nîjerê Mihemed Bazûm de hat kirin, piştre ji aliyê derbekeran ve hat destserkirin.

Top