• Wednesday, 18 February 2026
logo

Vê carê jî li Mereşê agir bi daristanan ket

Gulan Media August 19, 2023 Nûçe
Vê carê jî li Mereşê agir bi daristanan ket

Li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê ji şevê borî ve daristanek dişewite û hîn jî nehatiye vemirandin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ji ber ku agir nêzîkî panelên enerjiya rojê bûye, metirsiyeke mezin heye.

Parlamenterê CHPyê yê Mereşê Esat Şengul ragihand ku di warê can û mal de heta niha ti metirsî nînin û got:

“Li nêzîkî panelên enerjiya rojê agir heye. Hêvîdar im negihêje wê derê.

Hemû tîmên berevaniya şaristaniyê li wê derê ne. Niha dest bi kar û xebatan kirine.”

Li navçeya Goksunê ya Mereşê ya Bakurê Kurdistanê doh danê êvarê derdora demjimêr 18:00an agir bi daristanê ket û heta niha jî nehatiye vemirandin.

"Agir nêzîkî panelên enerjiya rojê ye"

Esat Şengul li ser agir vîdeoyek jî belav kir û anî ziman:

“Li deverên di navbera taxa Goynuk û taxa Keklikolukê yên Goksunê de dîsa kezeba me dişewite.

Li nêzîkî gundan tîmên agirvemirandinê midaxele dikin lê li serê çiyê heta niha ti helîkopter an jî balafirekê midaxele nekiriye.”

Esat Şengul herwiha da zanîn ji ber ku ba heye agir belav dibe û got:

“Hêvîdar im di demeke kurt de helîkopter û balafir midaxele bikin. Di warê can û mal de ti metirsî nînin lê agir nêzîkî panelên enerjiya rojê ye.

Hêvîdar im negihêje wir. Tîm hemû li wê derê ne û niha midaxele dikin.”

 

Rudaw

Top