• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kobanê – Ciwanekî kurd gule li mala xezûrê xwe berdan û jinbirayekî xwe jî kuşt

Gulan Media August 17, 2023 Civakî
Kobanê – Ciwanekî kurd gule li mala xezûrê xwe berdan û jinbirayekî xwe jî kuşt

 Duh 16.08.2023yê êvari, ciwanekî kurd li sînorê bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê gule li endamên mala xezûrê xwe berdan û ji ber wê hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gor zanyariyên BasNewsê ew ciwane temenê wî 37 sale û ji ber pirsgirêkekî civakî çûye ser mala xezûrê xwe û gule li wan berdane û di encamê de jinbiraya wî canê xwe ji dest daye û xesû û xezûrê wî li gel xwîşkekî hevjîna wî bi giranî birîndar bûne û piştre jî wî ciwanî gule li xwe jî berdane û xwe kuştiye.

Vê derbarê de çavkaniyekî li bajarê Kobanê ji BasNewsê re ragehand, naha birîndar ji nexwaşxaneya Remil a bajarê Kobanê ne û tên derman kirin, lê ti hûrgiliyekî din vê derbarê de aşkera nekir.

Herçend tê gotin bûyer ji ber pirsgirêkekî civakî bûye, lê heta naha hûrgiliyên pirsgirêkê û sedemê wê tewana xwekuj nehatiye aşkera kirin.  

 

Basnews

Top