• Wednesday, 18 February 2026
logo

EFRÎN - Çekdarên muxalefetê û hêzên Sûriyeyê pêgehên hev topbaran kirin

Gulan Media August 17, 2023 Nûçe
EFRÎN - Çekdarên muxalefetê û hêzên Sûriyeyê pêgehên hev topbaran kirin

Doh derengê şevê çekdarên muxalefetê û hêzên hikûmeta Sûriyeyê, li nêzîkî gundê Kîmarê yê herêma Efrînê pêgehên hev topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, her du aliyan pêgehên hev ên li her du aliyên xêza rûbirûbûnê topbaran kirine.

Heta niha ti aliyekî derbarê encamên topbaranê, herwiha zerer û ziyanên wê de agahî nedane.

Gundê Kîmarê yê herêma Efrînê li ser xêza rûbirûbûnê ye.

Hêzên Tirkiyeyê, ji nava gundê Kîmarê heta gundê Beradê dîwarekî lê dikin.

 

Rudaw

Top