• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ronaldo spasiya Efrînê kir

Gulan Media August 16, 2023 Corane
Ronaldo spasiya Efrînê kir

Cristiano Ronaldo bi rêya wergêrê xwe yê Kurd spasiya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Tîma El-Nasrê di fînala Şampiyoniya Klubên Ereban de 2-1 El-Hîlal têk bir.

Cristiano Ronaldoyê lîstikvanê navdar ê tîma El-Nasrê di lîstikê de 2 gol avêtin û di kariyera xwe ya Erebistana Siûdî de yekem kupaya xwe bi dest xist.

Ronaldo piştî lîstikê bi wergêrê xwe Kurd yê Efrînî Mehmûd Henan re wêneyek girt.

Wêne li ser hesabê tora civakî ya bi navê "Afreni Sakherê" ku nûçeyên werzişê yên li ser Efrînê belav dike hat parvekirin:

“Cristiano Ronaldo piştî ku Kupaya Klubên Ereban bi dest xist, bi rêya wergêrê tîma El-Nasrê Mehmûd Henan spasiya xwe ji bajarê Efrînê re şand.”

Mehmûd Henan kî ye?

Mehmûd Henan Kurdekî xelkê gundê Cebliyayê yê nahyeya Racoyê ya Efrînê ye.

Ew sala 1973an ji dayik bûye, di warê werzişê de xwedî ezmûneke dûrûdirêj e û pêwendiyeke wî ya bihêz bi futbola Erebistana Siûdiyê re heye.

Mehmûd Henanê ji Rojavayê Kurdistanê bi zimanên Kurdî û Sirbî, Kirwatî, Îngilîzî, Boşnakî, Spanyolî, Rûsî û Erebî dizane.

Mehmûd Henan sala 1999an beşdarî tîma El-Nasrê ya Erebistana Siûdiyê bû, di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2002yan de bi tîma neteweyî re xebitî.

Mehmûd Henan bi El-Nasrê re xwedî ezmûneke dûrûdirêj e û têkiliyeke wî ya xurt bi rahênerê Fransî Rudî Garcia û hemû lîstikvanan re heye.

 

Rudaw

Top