• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yekgirtûya Îslamî pîrozbahiyê li PDKê dike

Gulan Media August 16, 2023 Nûçe
Yekgirtûya Îslamî pîrozbahiyê li PDKê dike

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi boneya 77emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî, polîtburo, serkirdetî û alîgirên PDKê kir.

Îro Sêşemê 15ê Tebaxa 2023an, Encûmena Cîbicîkar a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî, polîtburo, serkirdetî û alîgirên PDKê kir û tê de diyar kir: “Ev bone di demekê de ye ku herêma me di rewşeke aloz û hestyar re derbas dibe û di ber çendîn astengî û metirsiyê de ye, divê em bi awayekî berpirsane serederiyê bikin û rêyeke çareseriyê ya guncaw bibînin.”

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di peyama xwe de destnîşan kiriye, "ji bo derçûna ji vê qonaxa hestyar, destpêşxeriya bi wêrekî û berpirsane divê, rêkxistina nav mala xwe û pêşwaziyeke ciwan li hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, beşeke sereke ye di vê proseyê de".

Herwiha tekeziyê li ser şûnasên resen ên olî û nirxên gelê Kurd dike û tevî xwesteka Yekgirtû ji bo berdewamiya pêşvebirina pêwendiyên navbera herdu aliyan.

Sibe 16ê Tebaxa 2023an, 77emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

 

 

K24

Top