Peyama Nêçîrvan Barzanî bo 77 saliya damezrandina PDK
Cîgirê Serokê partiya demorkata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 77 saliya damezrandina PDK peyamek pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Îro 16ê Tebaxê bi rêzdarî ve bûyer û werçerxaneke mezin û çarenivîssaz di dîroka gelê Kurdistanê de bi bîr tînin ku, ev jî 77 saliya damezrandina partiya me partiya demokrata Kurdistanê ye. Di vê bîranîna han de silav û rêz bo rihê paqêj yê Damezrêner û rêberê gelê Kurdistanê Barzaniyê Nemir û tevahiya şehîd û ev têkoşer û xebatkar û pêşmergeyên qehreman dişînin ku, bo azadiya Kurdistanê xebat kirine û canê xwe jî feda kirine.
Bi vê minasebeta han bi germî pîrozbayî li cenabê Serok Barzanî, malbet û kesûkarên serfiraz yên şehîdan, mektebsa siyasî, komîteya navendî, tevahiya organ, kadir, endam, jin xwendekar, alîgir û girseya PDK û gelê Kurdistanê dikim û hêviya serkeftina berdewam û serfirazî bo partiya xwe û bo tevahiya aliyan dixwazim.
Serfiraziye bo PDK ku, piştî vê temena dirêj hîn jî bi coşeke mezin ve di nava qada xebat de b erdewame û nuneratiya xelkê Kurdistanê dike bo gehêştin bi xwen û armancên xwe. PDK çawe 77 sal beriya niha weke pêdiviyeke dîrokî ji xwen û xweziyên gelê Kurdistanê jidayik bû, îro jî bo rûbirû bûna astengiyan û derbas kirina qirîzan û bidest xistina pêşerojeke baştir bo omîd ve rêberatiya xelkê Kurdistanê û armancên bilind yên gelê Kurdistanê dike.
Îro bi qasî dîrok û mezinatî û qurbanîdana PDK, erk û berpirsiyartiyên partî jî dîrokî û mezinin, lewre lazime weke hertim erk û berpirsiyartiyên xwe cîhbicîh bike û komkerê tevahiya aliyan be û herwiha bo çareser kirina kêşe û qirîzan jî lazime pêşeng be û herwiha lazime parêzer û pêşengê tebayî, yekrêzî, bihevre bûn û hevûdu qebûlkirin be. Rola çalak û bibandor y a xwe bo parastina azadî, demokrasî, maf û destkeftên dîrokî yên gelê Kurdistanê û sepandina federalîzimê de bilîze.
Silav li her endamekî partî li her derê be hêviya serkeftinê bo we û tevahiya gelê Kurdistanê dixwazim.
Cîgirê Serokê PDK
Nêçîrvan Barzanî
