• Wednesday, 18 February 2026
logo

Peyama pîrozbayiyê ya Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî bo bîranîna 16ê Tebaxê

Gulan Media August 16, 2023 Nûçe
Peyama pîrozbayiyê ya Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî bo bîranîna 16ê Tebaxê

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di 77emîn salvegera damezirandina PDKê de, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: “Partî hizba li estû girtina berpirsiyartiyên mezin û bihêz ragirtina îradeya Kurdistaniyan e”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand jî: “16ê Tebaxê tenê ne salvegera damezrandina partiyeke kevnar û pêşeng ya Kurdistanî ye bi Rêberatiya bavê Rihê netewî ya me Mistefa Barzanî ye, belku, hemdem bîranîna debistaneke mezin û biheybet ya Kurdatî, nîştimanperwerî xwe neçemandin û berevanî kirine ji mafên reva yên gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên cuda cuda ku, heta niha jî berdewam e li ser xebat, qurbanîdan û têkoşîn û hertim di eniya herî li pêş ya berevanî kirin ji pêgeh, xak û mafên gelê Kurdistanê ye.”

Deqa peyama Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî:

Di 77mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê û salvegera ji dayikbûna Serkirde û Rêberê nîştimanî cenabê Serok Mesûd Barzanî, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî cenabê Serok, tevahiya endam, alîgir, dostên Partiya Demokrata Kurdistanê, malbet û kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê û tevahiya Kurdistaniyên nîştimanperwer dikim.

16ê Tebaxê tenê ne salvegera damezrandina partiyeke kevnar û pêşeng ya Kurdistanî ye bi Rêberatiya bavê Rihê netewî ya me Mistefa Barzanî ye, belku, hemdem bîranîna debistaneke mezin û biheybet ya Kurdatî, nîştimanperwerî xwe neçemandin û berevanî kirine ji mafên reva yên gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên cuda cuda ku, heta niha jî berdewam e li ser xebat, qurbanîdan û têkoşîn û hertim di eniya herî li pêş ya berevanî kirin ji pêgeh, xak û mafên gelê Kurdistanê ye.

Partî hizba dayik û şoreşên mezin û destkeftiyên mezin e, xwedan dîrokeke tîje ji serfirazî, serwerî û Serokekî Pêşmerge ye ku, jiyan û temena xwe bo berevanî kirin ji keramet, serfiraziya gel û nîştiman û şikoya Kurdistanê terxan kiriye.

Partî ti carî hizbeke deverek anjî navçeyeke diyarîkirî ya Kurdistanê nebûye belku, ji roja damezrandinê ve tevahiya sînorên navçeyî derbas kiriye û bûye tevgereke girseyî ya Kurdistanî û berevanîkarê bihêz ya destkeftiyên nîştimanî, buhayê azadî, demokrasî û Parêzerê bihevre jiyana li Kurdistanê ye.

Partî hizba li estû girtina berpirsiyartiyên mezin û bihêz ragirtina îradeya Kurdistaniyan e û heta îro berdewame li pêşengî û pêşrewayetî kirina xelkê Kurdistanê bo parastina pêgeha nîştimanî û destûrî ya herêma Kurdistanê û pêşxistin û geşe pêdana karwana awedanî û wejandina Kurdistanê.

Di vê bîranîna bi heybet de birêzdarî û wefadarî ve damezrênerê partî, Rêberê dîrokî û bavê rihê Netewî ya xwe Mistefa Barzanî û Serkirdeyê şehîd Îdrîs Barzanî û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi bîr tînin.

16 Tebaxê li tevahiya Kurdistaniyan pîroz be

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

 

 

Top