• Wednesday, 18 February 2026
logo

Xwendekarên Zanîngeha Dîlokê otomobîlên elektronîk çêkirin

Gulan Media August 15, 2023 Corane
Xwendekarên Zanîngeha Dîlokê otomobîlên elektronîk çêkirin

Xwendekarên Zanîngeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîlên elektronîk çêkirin.

Di çêkirina wan otomobîlan de 45 xwendekarên beşên endezyariyê yên elektrîk-elektronîk, makîne, pîşesazî û matemetîkê bi xwebexşî xebitîn. 

Xwendekar 2 salan li ser hev xebitîn, wan kedeke zêde da û temamê şîroveyên neyînî pişt guh kirin.

Piştî ked û xebateke hêja niha otomobîlên wan li ser rêyên Dîlokê diçin û tên.

"Em serkeftî bûn"

Xwendekarê Endezyariya Pîşesaziyê yê Zanîngeha Dîlokê Mehmet Reşvan diyar kir ku tevî şîrovayên neyînî ew di çêkirina otomobîlan de dudilî nebûne û wiha got:

“Wekî tîm me ji vê yekê bawer dikir, hemû tiştên ku wan digot 'Hûn nikarin bikin' me bi hêvî û bi xwebariyê kir û .

Ez û hevalên xwe weke tîm em 2 salan xebitîn. Armanca avakirina vê tîmê jî ew bû ku zanyariyên kesên dê di paşerojê de bibin endezyar tenê di teoriyê de nemînin û bibin pratîk.”

Ew otomobîl li gorî teknolojiya modern hatine berhemanîn.

Şofêr dikarin lez, şarj û herareta otomobîlê di şaşeya wê de bibînin.

Xwendekar dibêjin, temamê parçeyên ku bi kar anîne xwemalî ne û ew dikarin bêyî pêwîstiya derve van otomobîlan çêbikin.

"Me xebatên girîng kirin"

Xwendekarê Beşa Elektrîk-Elektronîkê yê li Zanîngeha Dîlokê Ahmet Kiliçê ku di projeyê de cih girtiye wiha got:

“Me yek bi yek lêkolîn kir ku em çawa dikarin hemû parçeyên xwemalî bi kar bînin.

Çi bi xebata li pîşesaziyê, çi bi lêkolîn û şêwra bi mamosteyan re be, me xebatên girîng kirin.

Em dikarin vê otomobîlê bêyî ku mihtacî derve bibin li Tirkiyeyê berhem bînin. Niha du otomobîl di destê me de hene lê giraniya wan hinekî pirsgirêk e. Dema ev pirsgirêk hat çareserkirin dê ji bo bikaranînê baştir bibin.”

Leza her yekê ji wan otomobîlan digihe 80 kîlometreyî. Bi yek car şarzkirinê jî dikarin 85 kîlometreyan biçin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîlokê dibêjin ew amade ne ji bo bazarên navxwe û derve jî dest bi berhemanînê bikin.

Ji bo gihiştina vê armancê jî çavê wan li wê ye ku bixwe kompanyayekê ava bikin.

 

Rudaw

Top