• Wednesday, 18 February 2026
logo

Xiristiyan, ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê koç dikin

Gulan Media August 15, 2023 Nûçe
Xiristiyan, ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê koç dikin

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, derdora 150 hezar heta 170 hezar kesî Xiristiyan hebûn lêniha derdora 40 hezar kesî mane.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê civaka wî welatî bi giştî serobin kir.

Li Herêma Cizîrê yek ji pêkhateyên sereke Xiristiyan in.

Cîgirê Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokratê Beşîr Ishaq Seidî diyar kir ku berî şerê Sûriyeyê nêzîkî 170 hezar Xiristiyan hebûn lê ji ber sedemên cûda piraniya wan koçber bûne û niha tenê nêzîkî 40 hezar Xiristiyan mane.

Rêveberê Cîbicîkar ê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî jî got:

"Kêmbûneke mezin û metirsîdar di rêjeya hebûna Xiristyanan de heye. Di bingehê de zêdeyî milyonek û 200 hezar Xiristiya li Sûriyeyê hebûn lê îro ji 400 hezar kes jî nîne. Ev hejmar jî di kêmbûneke berdewam de ye.”

Derbarê rewşa Xiristiyanan de jî Cemîl Diyarbekirlî got:

Heta vê kêlîkê, Xiristyan ji hevwelatîbûnê bêpar in, ango hevwelatîbûna wan ne serast e. Dema kesek Xiristyan ji ber binpêkariyekê yan sitemkariyekê dinale, bersiva desthilatdariyê ev e:  çi ji te kêm e, tu çi dixwazî?! Tu dixwî, vedixwî û dijî, ev besî te ne.”

Xiristyan ne yên ku di rewşeke wiha de bijîn, kesê Xiristyan nikare bibe ji bilî hevbeşekî rasteqîne di welat û civakê de.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Siryan a li Qamişloyê ji Rûdawê re ragihand ku tevî hebûna hinek azadiyê li navçeyên Rêveberiya Xweser lê hêj pêwîstî bi başkirina rewşê heye.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Siryanan a li Qamişloyê Senharîb Bersûm got:

"Dema em behsa navçeyên Rêveberiya Xweser dikin, ji bo xwerêkxistinê azadî ji vî gelî re hene.  Ez guman dikim ev tişt milet xurt dike û berdewamiya hebûna wî xurt dike. Rêxistin hene, partiyên siyasî hene lê li hin navçeyên din, weke van rêxistinan nînin ku parastinê di ber Xiristyanan de bikin. Tenê hinek saziyên ser bi kiliseyan hene lê li gelek navçeyan ew jî nemane.”

Bi gotina Senharîb Bersûm li tevaya Sûriyê ji milyonekê kêmtir Xiristiyan mane.

Beşîr Ishaq jî got ji tevaya 15 hezar kesên Aşûrî li navçeya Xabûrê tenê derdora 800 kesî mane.

Li Heseke û Qamişloyê jî derdora 5 hezar Ermenî mane.

 

Rudaw

Top