• Wednesday, 18 February 2026
logo

Keçên Afganîstanê li dijî qedexeya xwandinê nerazîbûn nîşan dan

Gulan Media August 14, 2023 Civakî
Keçên Afganîstanê li dijî qedexeya xwandinê nerazîbûn nîşan dan

Beşek ji keçên Afganîstanê li bajarê Mezar Şerîf a Afganîstanê dijî biryara qedexe kirina xwandina keçan li dibistan û zanîngehan xwepêşandan û nerazîbûn nîşan dan.

Li gor nûçeya Frans Press ew keçên ku di xwepêşandanê de beşdarin dibêjin, xwendin û perwerde mafeke serekî yê mirov e û nabe ew mafê wan bê ji wan bê standin. Herwaha daxwaz dikin ew rêgiriyên li ser jinên welat de hatine sepandin, bi taybet daxistina xwandingeh û zanîngehan divê dawî lê bê.

Tevgera Talîbanê ji dawiya sala 2022yê ve ragehand, bi dîtina rewa ve rê bi xwandina keçan a li navendên xwandin û zanîgehên Afganîstanê nade. Piştî wê jî gelek caran civaka navnetewî daxwaz li Tevgera Talîbanê kir ji wê biryarê paşde gav bavêjin, lê heta naha li ser berdewamkirina wê biryarê bi rijd in.

 

Basnews

Top