Li Efrîna ku bi zeytûnên xwe navdar e îsot tên çandîn
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ne tenê darên zeytûnan tên çandin herwiha yek ji berhemên ku zêde li wê herêmê tên çandin îsot in.
Gelek baxçe û zeviyên çandiniyê li gundê Celemê yê nahiya Cindirêsê ya Efrîna hene. Li vir cotkar rojên xwe di çinîn, komkirin û hişkkirina berhemên çandiniyê de derbas dikin.
Li Gundê Celemê zêdetir îsot tên çandin û ew bi çandiniya îsotan bi nav û deng e.
Werzê çinîn û hişkkirina Îsotan e
Niha îsotên sor û kesk, tûj û şîrîn tên çinîn û beşeke berheman tên hişkkirin û beşê din jî ji bo bazaran tên şandin.
Cotkarê gundê Celemê yê Cindirêsê Mistefa Qadir ji Rûdawê re behsa kar û zehmetiyên xwe kir û got , “Ji ber kêmiya avê îsal berhemê me ji salên borî kêmtir e."
Cotkar gazinan ji kêmiya avê dikin
Xwediyê zeviyeke çandiniya îsotan Celal Mihemed jî got ku ji bilî kêmiya avê, îsal xerciyên çandiniyê gelek bûn û nirxê îsotan di bazaran de kêm e, ew xerciyên çandiniyê dernaxin.
Di bazarên herêma Efrînê de, yek kîloya îsotan bi 4-5 lîreyên Tirkiyeyê ye.
Cotkarekî gazin ji girtina deriyên sînorî li hemberî şandina îsotan ji bo derve û zêdekirina bacan kirin.
Li Gundê Celemê li zêdetirî 50 hektar zeviyî îsot hatine çandin. Ji bilî îsotan bacanên sor, xiyar û cureyên din yên sebzeyan jî tên çandin.
Rudaw
