• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hingivê Kurdistanê di asta welatên Asyayê de bû yekem

Gulan Media August 10, 2023 Corane
Hingivê Kurdistanê di asta welatên Asyayê de bû yekem

Careke din li ser asta welatên Asya û Erebî, hingivê şane yê Kurdistanê di pileya yekem de hat diyarkirin.

Serokê Tora Mêşvanên Herêma Kurdistanê Arif Şêrwanî ji Kurdistan24ê re ragihand, li Erebistana Siûdî di beşdariya 16emîn a Kongreya Navdewletî ya Komeleya Mêşvanên Asyayê de, mêşvanê Kurd ê nişteciyê Hewlêrê yê bi navê Ferheng Husên Bekir di hingivê şaneyê de pileya yekem li ser asta welatên beşdar bi dest xist.

Arif Şêrwanî destnîşan kir ku ev kongre salane di navbera welatên Asyayê de tê encamdan û şanda mêşvanên Herêma Kurdistanê beşdar dibin û her dem hingivê Kurdistanê bawernameya pileya bilind wergirtiye.

Kongreya Navdewletî ya Komeleya Mêşvanên Asyayê her carê li welatekî tê encamdan, îsal li Erebistana Siûdî hat encamdan û biryar e sala bê jî li Pekînê were lidarxistin.

Berhemên Kurdistanê, bûye demek li bazarên cîhanê daxwazeke mezin li ser e û wek pileya yekem têne diyarkirin, wek nimûne jî piştî gihiştina yekem karwanê petateyên Herêma Kurdistanê bo bazarên welatên Kendavê, bala xwaringehên cîhanî kişand ser xwe, bi taybetî McDonald's, KFC û Hardee's.

Yek ji mezintirîn pêngavên Kabîneya Nehem, piştevanîkirina berhemên cotkaran li bazarên cîhanê ye, sala borî 2 hezar ton hinar bo Îmarat û welatên din ên Kendavê hatibû hinardekirin û ji bo îsal û salên pêş jî ji bilî hinaran, hingiv û sêv bo welatên Îmarat, Erebistana Siûdî, Behreyn, Brîtanya û Ewropayê dê bên hinardekirin.

Ligel wê jî, birincê Kurdî û tehîna kuncî ya Kurdistanê li bazarên derve, bi taybetî li welatên ku kurdên diyasporayê lê dijîn, tên xwestin.

 

K24

Top