• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Hesekê mêrekî hevjîna xwe kuşt û reviya

Li Hesekê mêrekî hevjîna xwe kuşt û reviya

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, jinek kuştî hat dîtin.

Duh li Taxa Leşkerî ya Hesekê jina bi navê Hîbe Mihemed Xelef a 32 salî kuştî hat dîtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku piştî belavbûna bêhnê, xelkên nêzîkî mala wê jina kuştî, Hêzên Ewlehiyê agahdar kirin.

Piştre hate zanîn ku ew jin pêncşema borî bi hesinekî tûj li mala xwe hatiye kuştin.

Her li gorî zanyariyên Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê diyar bû ku hevjînê wê Hesen Qetaş ew kuştiye.

Hesen Qetaş piştî jina xwe dikuje ji cîranan re gotiye ew ê li gel her du zarokên xwe yên 4 û 2 salî ji Hesekê here.

 

Rudaw

Top