Li Çwarqurne şerê di navber du malbatan de 3 kes birîndar bûn
Duh êvari li nahyeya Çwarqurne ya sînorê îdareya Raperînê, ji ber pirsgirêkên civakî ya di navbera du malbatan de şer û gule li hev berdan pêkhat û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Berdevkê polîsê Raperîn Şoreş Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bûyer li nahyeya Çwarqurne di navbera du malbatan de pêkhat. Ji ber pirsgirêkekî civakî çek bikarhatin û 3 kes birîndar bûn.’’
Herwaha got, hêzên polîs geheştine cîhê bûyerê û tevdîrên yasayî hatine girtin. Birîndar jî ji nexwaşxaneyê re hatine veguhestin.
Herwaha ragehand naha rewş hatiye kontrol kirin û kesek bi wî tometê hatiye girtin û lêkolîna li ser bûyerê jî berdewam dike.
Basnews
