• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sê komên mûzîkê ji Festîvala Munzurê hatin qedexekirin

Sê komên mûzîkê ji Festîvala Munzurê hatin qedexekirin

 Sê komên mûzîkê ji Festîvala Munzurê ya Dêrsimê hatin qedexekirin û heft kes hatin binçavkirin û ketina bajêr li wan hat qedexekirin.

Biryar e ji 3ê Tebaxê heta 6ê Tebaxê li bajarê Dêrsimê yê bakurê Kurdistanê wekî her sal Festîvala Munzurê bi rê ve biçe, lê Parêzgeha Dêrsimê qedexe kir ku sê komên mûzikê, Koma Yorum, Koma Îsyan Ateşî, Koma Folk a Veradardz derkevin ser dîkê û ji bernameya festîvalê derxistin.

Piştî biryarê, duhî danê êvarê li Qada Seyît Riza 7 kes hatin binçavkirin jî ku beşek ji wan endamên Koma Îsyan Ateşî ne. Endamên komê danê sibê li Erzînganê serbest hatin berdan û ketina bajêr li wan hat qedexekirin.

 

K24

Top