Peravên Gola Wanê yên ku nû hatine dîtin li hêviya geştyaran e
Peravên Gola Wanê yên ku nû hatine kişfkirin li hêviya geştiyaran e.
Peravên Gola Wanê yên li navçeya Westanê ya Wanê di van demên germ de bi xweza, plaj û ava paqij bala jîngeparêz û geştyaran dikşîne.
43 endamên Komeleya Kluba Werzîşê ya Geliyan û Xwezayê ya Wanê, piştî meşa 3 demjimêran gihîştin herêma Axînê ya ku rê lê nîne.
Serokê Komeleya Kulûba Werzîşê ya Geliyan û Xwezayê ya Wanê Omer Demez got:
“Em 3 roj in li kampa xwezayê ne. Ev der li navçeya Gevaşê li gundê Înê ya herêma Axînê ye. Herêma Axînê bi pêyan 3 demjimêran ji gundê Axînê dûr e. Rêya otomobîlan nîne, em ser çiyê re bi meşê hatin.”
Li herêma Axînê ku xeta telefon û înternetê nakşîne û fêkiyên xwezayî lê zêde ne, geştyar û jîngeparêz ji jiyana rojane dûr, şev û rojên bextewar derbas dikin.
Jîngeparêz Mihemed Turken jî li ser balkêşiya herêmê hestên xwe anîn ziman:
“Erdnîgariyeke gelekî xweş û paqij e ku divê her kes bibîne. Ji ber ku destwerdan tê de nehatiye kirin, ji fêkiyên xwezayî heta ajelên kovî ku berê nehatine dîtin gelek tiştên xwezayî hene. Li Axînê dîmenên avabûnê rojê û hilatinê wê gelekî çeleng e.”
Serokê Şaxa Saziya Kompanyayên Geştyariya Tirkiyê (TURSAB) ya Wanê ji Rûdawê re ragihand, sala 2022an 2 milyon û 735 hezar geştyaran serdana Wanê kirine ku milyonek û 685 hezar ji wan geştyarên biyanî bûne û milyonek û 50 hezar jî geştyarên xwecihî bûne.
Rudaw
