Melke Telalê ya ji Qamişloyê di karateyê de li seranserî Sûriyeyê bû yekem
Melke Telalê ya ji Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê di lîstika karateyê de, li ser asta Sûriyeyê yekem derket.
Melke Telalê ya ku lîstikvana karateyê ye û ji taxa Cirnikê ya bajarê Qamişloyê ye cara duyemîn e li ser hev, li ser asta Sûriyeyê di Pêşbirka Kupaya Komarê de yekem derket û madalyaya zêrîn bi dest xist.
Ev sala şeşemîn e ku Melke beşdarî pêşbirkê dibe, berî niha pileya duyem û sêyem jî bi dest xistiye.
Melke her wiha li ser asta parêzgeha Hesekeyê jî yekem e.
Birayê Melkeyê, Welîd Telal jî di karateyê de li ser asta Sûriyeyê madalyaya bronz bi dest xist û ev cara duyemîn e ku di pileya sêyem de serkeftinê bi dest dixe.
Welîd Telal berî niha di pêşbirkê de pileya duyem jî bi dest xistiye û ew jî wek xwişka xwe li ser asta parêzgeha Hesekeyê yekem e.
