• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Semsûrê dest bi nûjenkirina avahiyên dîrokî hate kirin

Li Semsûrê dest bi nûjenkirina avahiyên dîrokî hate kirin

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, berhemên dîrokî yên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerar dîtin li gor orjînalên wan têne nûjenkirin. Li Keleha Kolikê xebatên nûjenkirinê dest pê kirin.

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ragihand, li Semsûrê û navçeyên wê 21 avahiyên dîrokî yên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerar dîtin têne nûjenkirin. Wezaretê destnîşan kir ku ji wan avahiyên dîrokî 6 jê muzexane û 7 jî keleh in.

Ji bo nûjenkirina avahiyan pêvajoya plansazî û îhaleyê (tender) hatiye temamkirin û dê proje ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Weqfan û Rêveberiya Giştî ya Muzexane û Hebûnên Çandî ve bê bi rê ve birin.

Li herêma erdhejên 6ê Sibatê bi tevahî 60 avahiyên dîrokî dê bêne nûjenkirin û destpêkê Mizgefta Ebdulqadir Axa, Mizgefta Kurşunlu, Mizgefta Eresê, Mizgefta Mezin, Mizgefta Fatikli û Dêra Katolîk a Rûm dê bêne nûjenkirin.

 

Rudaw

Top