• Wednesday, 18 February 2026
logo

Zaxo dibe bajarekî geştyariyê

Zaxo dibe bajarekî geştyariyê

Rêveberê giştî yê geştûguzar a îdareya serbixwe ya Zaxo ragehand, Zaxo dibe bajarekî geştyariyê û naha hejmarek projeyên geştûguzarê di warê cîhbicîh kirinê de ne û plan hatiye danîn ku çend projeyên giring ên geştûguzariyê li Zaxo bên cîhbicîh kirin.

Rêveberê geştûguzar a îdareya serbixwe ya Zaxo Çiya Emîn ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’Kar li ser cîhbicîh kirina projeya 3 teleferîkan li îdareya serbixwe ya Zaxo tê kirin û ji bo wê jî 3 veberhêneran daxwaz kiriye teleferîka Zaxo çêbikin.’’

Herwaha got: ‘’3 teleferîkên Zaxo yêk ji wan li geliyê Zaxo dibe, ya din li ser rûbarê Xabûr dibe, herwaha veberhênerek jî kar dike ku teleferîkek li derdora îdareya serbixwe ya Zaxo çêbike.’’

Çiya Emîn got: ‘’Naha hejmarek proje di warê cîhbicîh kirinê de ne, bi taybet jî kemera Zaxo.’’

Rêveberê geştûguzara îdareya serbixwe ya Zaxo diyar kir: ‘’Hatina geştyaran bo Zaxo gelek zêde bûye. Bi taybet naha geştûguzara navxwe jî zêde bûye û geştyar ji hemû navçeyên Herêma Kurdistanê ve serdana Zaxo dikin.’’

 

Basnews

Top