• Wednesday, 18 February 2026
logo

Xaneqîn – Termê kesekî hate dîtin

Xaneqîn – Termê kesekî hate dîtin

Li Xaneqînê piştî zilamek winda bû, îro termê wî hate dîtin.

Li gor zanyariyên BasNewsê roja yekşema borî zilamekî xelkê Xaneqînê yê bi navê Ebas Karebayî diyar nema û winda bû û hêzên ewlehiyê gelek li dû geriyan.

Hat zanîn îro 18.07.2023yê termê wî zilamî bi kuştî nêzîk navçeya Quleyehudî ya ser bi Xaneqînê hate dîtin û kesek jî bi tewanê kuştina wî zilamî hate girtin.

Vê derbarê de BasNewsê pêwendî li gel berpirsê beşa ragehandina qaymeqamtiya Xaneqînê Yusif Îbrahîm pêkanî û ragehand: Li ser vî tewanî zanyariyên temam li gel min tine û zanyarî li gel hêzên ewlehiyê ne.

BasNewsê pêwendî li gel rêveberê polîsê Xaneqînê Emîd Diyar Şewket pêkanî, lê ew pêwendî berdest nebû.

 

Basnews

Top