Kuweyt di nav welatên erebî de xwediyê rêjeya herî zêde ya qelewbûnê ye
Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê ragihand ku Kuweyt di nav cîhana erebî de xwediyê rêjeya herî zêde ya qelewbûn û kîloyan e.
Midûrê Beşa Pêşxistina Tenduristiyê ya Wezareta Tenduristiyê Ebîr Bahwa ji ajansa fermî ya nûçeyan re daxuyand ku ji sedî 40 ê xelkê qelew in û ji sedî 77 jî kîloyên zêde ne.
Da zanîn ku welatê wî di qelewbûn û kîloyên zêde de di rêza yekem de ye di nav welatên Erebî de, wî got ku qelewbûn faktoreke metirsîdar e ji bo gelek nexweşiyên kronîk wek nexweşiyên dil, şekir û tansiyona bilind.
Li gorî Kuweyt û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li herêma Kendavê ji her pênc kesan yek qelew e û tê pêşbînîkirin ku rêjeya qelewbûnê li wî welatî bigihêje ji sedî 52.
Rudaw
