Li Sihêla ciwanekî dawî bi jiyana xwe anî
Li îdareya serbixwe ya Zaxo ciwanekî bi navê S.Î dawî bi jiyana xwe anî û ew ciwan rûniştvanê Sihêla ye.
Berpirsê ragehandinê li rêveberiya giştî ya tenduristiya îdareya serbixwe ya Zaxo Emîr Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Termê ciwanekî 17 salî geheştiya bijîşkê dad a Zaxo, ku sedemê mirina wî ciwanî bê ronî kirin û saziyên ewlehiyê lêkolînê li ser encam didin. Wî ciwanî bi xwe dawî bi jiyana xwe aniye û bûyer li Sihêla ya ser bi îdareya serbixwe ya Zaxo pêkhatiye.’’
Herwaha got: ‘’Bûyer îro 08.07.2023yê demjimêr 05:00ê sibehê pêkhatiye û ciwanê bi navê S.Î dawî bi jiyana xwe aniye.’’
Basnews
