Li gundê Şedada 8 kes hatin kuştin
Şer di navbera du malbetan de qewmiye.
Peyamnêra me ragihand ku, îro li gundê Şidada (Şedad) yê ser bi navçeya Bismil a Amedê ji ber nakokiya li ser erdê di navbera du malbatan de şer derket.
Her du malbatan di şer de çek bikar anîne û di encamê de 8 kes jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.
