• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Duhokê ciwanek bi destê pismamê xwe ve hat kuştin

Li Duhokê ciwanek bi destê pismamê xwe ve hat kuştin

Berdevkê polîsê parêzgeha Duhokê ragehand, îro 12.06.2023yê ber bi sibehê ve ciwanek bi destpê pismamê xwe ve hate kuştin.

Berdevkê polîsê parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Ji ber bûyerekî gule berdanê ya li taxa Nizarkê ya parêzgeha Duhokê ciwanekî bi navê Şakir Hemîd Hesen bi destê kurmam ango pismamê xwe ve hat kuştin û demildest fermana girtinê ji bo kujer hate derxistin.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Dûvçûn û lêkolînên polîsê nehiştina tewan li ser bûyerê destpê kiriye.’’

 

Basnews

Top