Karmendekî Polîsê Germiyanê dawî bi jiyana xwe anî
Rêveberiya Polîsê Germiyanê bi daxuyaniyekî ragehand, karmendekî rêveberiya wan bi çeka keleşînkof dawî bi jiyana xwe aniye.
Îro 25.04.2023yê rêveberiya Polîsê Germiyanê bi daxuyaniyekî ragehand, îro li nahyeya Rizgarî ya ser bi qeza Kelarê û li ser rêya goristana Enfalbûyan, karmendê rêveberiya Polîsê Germiyanê Mofeq Tofîq Mistefa yê dayîkbûyê sala 1983yê bi çeka keleşînkof xwe kuştiye.
Herwaha hat ragehandin, naha polîs çûye cîhê bûyerê û termê wî ji bijîşkê dadî ya Kelarê re hatiye şandin û li ser sedemê xwekuştina wî lêkolîn destpê kiriye.
Basnews
