Li Sêwasê zilamekî bûrayê xwe kuşt û piştre xwe kuşt
Li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê, roja 18ê Nîsanê zilamekî bûrayekî xwe kuşt û yek birîndar kir û piştre jî xwe kuşt.
Li gor agahiyan, li Sêwasê di navbera kesekî bi navê Omer D. yê 20 salî û hevjîna wî de pirsgirêk derdikeve û piştî nîqaş û şer hevjîna wî ji malê derdikeve û diçe malbaba xwe.
Piştî hevjîna wî ji malê diçe, Omer D. bi çek êrîşî mala xwezûrê xwe dike û bûrayê xwe Abdullah Polat ê 20 salî dikuje û bûrayê xwe yê din Omer Polat jî birîndar dike.
Omer D. piştre bi heman çekê xwe jî kuşt.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.
Tîmên tendirustiyê, birîndarê bûyerê Omer Polat rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Cîbicîkirinê ya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê.
Rudaw
