• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Duhokê welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê hate kuştin

Li Duhokê welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê hate kuştin

Li Duhokê bi çek êrîşî welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê hat kirin û di encama êrîşê de canê xwe ji dest.

 ragihand, welatiyekî ji bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê yê bi navê Husên Şemsedîn yê 35 salî, li moleke Duhokê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Peyamnêra me eşkere kir ku kesê êrîş lê hatiye kirin, bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin, lê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û termê wî bo Rêveberiya Pizîşkê Dadî hatiye veguhestin.

Herwiha eşkere kir ku Husên Şemsedîn li mola ku lê hat kuştin, xwedî kafeteryayekî bû û di êrîşê de 10 gulle hatine teqandin û 6 gulle li laşê wî ketine.

Li gor zanyariyên fermî ku Polîsê Duhokê belav kirine, nasnameya êrîşkar diyar bûye û derbarê wî de fermana girtinê derketiye.

 

K24

Top