• Thursday, 19 February 2026
logo

Duhok – Jineke 27 salî bi guleyekî dawî bi jiyana xwe anî

Duhok – Jineke 27 salî bi guleyekî dawî bi jiyana xwe anî

Şeva borî 01.04.2023yê li navenda bajarê Duhokê bûyerekî xwe kuştinê pêkhat û jinekê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor zanyariyên BasNewsê derengê şeva borî li taxa Serhildan a Duhokê bûyerekî xwekuştinê pêkhat û jinekê bi guleyekî dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor peyamnêrê BasNewsê ragehandiye: ‘’Li taxa Serhildan a Duhokê, jineke 27 salî bi çek guleyek li xwe daye û demildest jiyana xwe ji dest daye. Piştî polîs û hêzên ewlehiyê geheştin cîhê bûyerê derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpê kirin û jêderekî jî ji BasNewsê re diyar kir ku, sedemê bûyera xwe kuştina wê jinê ji ber nexwaşiyekî derûnî bûye.’’

 

Basnews

Top