• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Rihayê di navbera du malbatan de şer derket: Kuştiyek û 5 birîndar

Li Rihayê di navbera du malbatan de şer derket: Kuştiyek û 5 birîndar

Li navçeya Girê Sor a Rihayê di navbera malbatên mirovên hev de şerê çekdarî derket û di encamê de kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li Taxa Yoguncayê ya ser bi navçeya Girê Sor li Rihayê di navbera pismaman de ji ber ku zirar dane çîtên zeviyê û nîqaşa li ser vê derket mezin bû û guherî şer.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên tenduristî û cendirmeyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

6 kesên ku bi çekê birîndar bûn bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor hatin veguhestin. Ji birîndaran Eyyup S. ligel midaxeleyê bi ser xwe ve nehat û canê xwe ji dest da. Yek jê bi dijwarî 5 kesên birîndar tên dermankirin.

Ekîbên cendirmeyan li nexweşxaneya û taxê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh wergirtine.

 

Rudaw

Top