Pişder – Kesek bi tometa belavkirina wêne û vîdyoyên jinan hate girtin
Li sînorê navçeya Qeladizê ya îdareya Raperîn, polîs kesek bi tometa gef xwarina li jinan û wêne û vîdyoyên wan ên xirab belav dikir girt binçava.
Berdevkê polîsê Raperîn Şoreş Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî giliya hemwelatiyekî, hêzên me yên li binkeyê polîsê Qeladizê bi hewkariya beşa nehiştina tewan a Raperîn, tometbarek girt ku, rabûye gefa belavkirina wêne û vîdyoyên kirêt ên jinan xwariye û ji bo belav nekirina wan wêne û vidyoyan jî daxwaza pare li wan kiriye.’’
Herwaha got: ‘’Piştî ku ew tewanbar hat girtin û lêkolîn li gel hate kirin, li pêş dadwer jî li xwe mukir hat û naha ew tometbare girtiye û lêkolîna li gel berdewam dike.’’
Basnews
