• Friday, 20 February 2026
logo

Li Îzmîrê kesekî xwesûya xwe kuşt

Li Îzmîrê kesekî xwesûya xwe kuşt

Li navçeya Karabaglar a ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê, zilamekî hevjîna xwe birîndar kir û xwesûya xwe jî kuşt.

Li gor zanyariyan zilamê bi navê D.Y. li Taxa Ali Fuat Cebesoy a Karabaglarê çûye mala hevjîna xwe ya berê S.G. û di navbera wan de nîqaş derketiye. Di encama nîqaşê de D.Y. bi guleyan S.G. û diya wê A.G. birîndar dike.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê tên şandin. Tîmên tendirustiyê S.G. bo Nexweşxaneya Lêkolînê ya Bozkayayê û A.G. bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Îzmir Katip Çelebî veguhestin.

Tevî midaxeleyan li nexweşxaneyê A.G. canê xwe ji dest da û dermankirina S.G. jî berdewam e.

Kujer D.Y. jî piştî bûyerê xwe radestî polîsan kir û ji bo Rêveberiya Ewlekariya Îzmirê hat birin.

 

Rudaw

Top