• Friday, 20 February 2026
logo

Muxtarê berê muxtarê nû kuşt

Gulan Media February 24, 2023 Civakî
Muxtarê berê muxtarê nû kuşt

Li navçeya Sungurlu ya bajarê Çorumê ya Tirkiyê muxtarê berê bi çekê muxtarê nû kuşt û bavê wî bi giranî birîndar kir.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di navbera muxtarê berê yê gundê Akçali Îsmaîl E. û muxtarê niha Mesut Uzunkaya (42) de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Ji ber ku nîqaş zêde bû Îsmaîl E bi çeka xwe Mesut Uzunkaya û bavê wî Turan Uzunkaya (79) gulebaran kirin û di encamê de bav û kur birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên cendirme û tendirustiyê ji boî gund hatin şandin.

Muxtarê birîndar û bavê wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sungurluyê.

Muxtarê birîndar tevî hemû hewldanan li nexweşxaneyê jî nehat rizgarkirin.  Bav Turan Uzunkaya piştî mudaxeleya bi ambulansê şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erol Olçokê ya zanîngeha Hîtîtê.

Herwiha Muxtarê berê Îsmaîl E. ji aliyê tîmên cendirmeyan ve hat desteserkirin.

 

 

Rudaw

Top