• Friday, 20 February 2026
logo

Kesekî li Berdereşê mamê xwe kuşt

Gulan Media February 10, 2023 Civakî
Kesekî li Berdereşê mamê xwe kuşt

 Li gundekî sînorê bajarokê Berdereşê hemwelatiyek ji aliyê birazayê xe ve ji ber sedemekî nediyar hate kuştin.

Kesekî nêzîk ji bûyerê ji BasNewsê re ragehand, îro 10.02.2023yê ber bi sibehê ve li gundê Hesen ê ser bi bajarokê Rovya ya li sînorê qeza Berdereş, hemwelatiyek ji ber sedemekî nediyar ji aliyê birazayê xwe ve hate kuştin.

Herwaha got, mala kesê kujer li Qesrokê ye û ji bo serdan çûye mala mamê xwe, derengê şevê pirsgirêk derketiye û gule berdane mamê xwe yê bi navê Ilyas Îsa yê temen 50 salî û du gule lê dane û di cîh de jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragehandin kesê kujer hîn nehatiye girtin û derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.

 

Basnews

Top