Ji stranbêja Dêrsimî Hazan Ateş sê klîbên nû
Stranbêja ji Dêrsimê Hazan Ateş ku herî dawî klîba "Na Na" derxistibû, xwe amade dike ku sê klîbên nû derxîne.
Gotin û awaza strana Na Na ya Sînan Buzoba ye derhêneriya videoyê jî Caner Demîroglu kiriye.
Hazan Ateş strana bi navê "Gerdenzerê" ya hunermendê Rojavayê Kurdistanê Cemal Sadûn ji nû ve bi awayekî cuda sitirand û di 29'ê Kanûna 2022'an de klîba Gerdenzerê weşand.
Hazan Ateş ji Rûdawê re ragihand ku ew amadekariya weşandina sê klîbên nû dike û ew dê stranên xwe ji folklora kurdî hilbijêre.
Stranbêja Dêrsimî Ateş niha li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî û muzîka zindî pêşkêş dike.
Rudaw
