• Saturday, 21 February 2026
logo

HEZKURDê ji bo hilbijartina waneyên zimanê Kurdî dest bi xebatan kir

Gulan Media January 1, 2023 Hunerî
HEZKURDê ji bo hilbijartina waneyên zimanê Kurdî dest bi xebatan kir

 Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji bo ku xwendekarên Kurd li dibistanên Bakurê Kurdistanê waneyên Zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) hilbijêrin, dest bi xebatên xwe yên li qadan kir.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, wek her sal, îsal jî pêvajoya dersên hilbijarî yên li dibistanên navîn dest pê dike. Ji bo ku hişmendiya ziman li pêş bikeve û xwendekarên Kurd li dibistanên Bakurê Kurdistanê waneyên zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) hilbijêrin, HEZKURDê duh dest bi xebatên xwe yên li qadan kir.

Bi pêşengiya Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî û çalakvanên  zimanê Kurdî yên HEZKURDê, duh li bajarê Mêrdînê xebata belavkirina belavokan dest pê kir.

Li gor destnîşankirina HEZKURDê, îro jî dê li navenda Mêrdînê û navçeya Nisêbînê xebatên wan yên agahdarkirin û teşwîqkirina gel berdewam be.

Tê zanîn ku HEZKURDê par ji bo hişyarkirin û teşwîqkirina xwendekar û malbatan, nêzîkî 280 hezar belavok belavkiribû.

 

K24

Top