• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Pirtûkxaneya Kurdî’ piştî 82 salan deriyê xwe digire

Gulan Media December 29, 2022 Hunerî
‘Pirtûkxaneya Kurdî’ piştî 82 salan deriyê xwe digire

Yek ji kevintirîn pirtûkxaneya li Sûriyê bi navê “Pirtûkxaneya Kurdî”piştî 82 salan deriyê xwe digire.

Yusuf Kurdî, ku bi xwe berber bû, destpêkê pirtûk û rojname xistine cihê xwe yê berberiyê, piştre sala 1940 ew pirtûkxane li bajarê Ceblê ava kiribû, piştre mala xwe biribû Laziqiyê, pirtûxane jî bi xwe re biribû wê derê.

Ji wê demê ve zarok û neviyên wî pirtûkxane îdare dikirin.

Pirtûkxaneya Kurdî, ne tenê pirtûk li Sûriyê belav dikirin, her wiha bi rêya transportê derbasî derveyî Sûriyê dikirin û ji wê pirtûkxaneya mezin, pirtûk digihiştin hemû cîhanê.

Rêveberê pirtûkxaneyê Welîd Kurdî ku neviyê Yusuf Kurdî ye, got: “Ne tenê ji ber kêmbûna xwendevanan, lê ji ber ku her tişt buha bû ye û xelkê bi awayekî qursan pirtûkan kopî dike, me zerareke mezin dît û em neçar bûn pirtûkxaneyê bigirin.”

 

Rudaw

Top