• Saturday, 21 February 2026
logo

Hunermend Alîn di Roja Alaya Kurdistanê de berhemeke nû belav dike

Gulan Media December 17, 2022 Hunerî
Hunermend Alîn di Roja Alaya Kurdistanê de berhemeke nû belav dike

 Hunermenda ji Rojavayê Kurdistanê Alîn di Roja Alaya Kurdistanê de berhemeke nû ya bi navê “Keç û Xort” belav dike.

Gotinên stranê ji aliyê Alîn, Temo Erdem û Rênas Mîran ve hatine nivîsandin û awaz ji aliyê Rênas Mîran ve hatiye danîn û derhêneriya klîpê jî Rênas Mîran kiriye. Dîmenên wê li Keleha Hewlêrê û hinek cihên din ên li Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin.

Alînê ji Rûdawê re got ku ew Roja Alaya Kurdistanê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dike û bi vê helkeftê îro klîpa xwe ya nû belav dike.

Ev hunermenda Kurd dibêje, armanca wê ya belavkirina klîpê ew e ku peyamekê bigihîne gelê Kurdistanê û Pêşmerge ku ew her piştevaniya wan dike.

Alînê her wiha diyar kir, milet û hunermend li ku dibin bela bibin, berdewam piştevaniyê li Pêşmerge û şervanan dikin, ew jî weke hunermend bi hunera xwe di çeperên şer de ne.

 

Rudaw

Top